• Monday, 16 February 2026
logo

Serokwezîrên Kurdistan û Urdinê civiyan

Gulan Media January 17, 2024 Nûçe
Serokwezîrên Kurdistan û Urdinê civiyan

Êrîşên ser Hewlêrê mehkûm kirin.

Îro li Davosê Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Serokwezîrê Urdinê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr Mesrûr Barzanî wisa nivîsand;

Îro li Davosê li gel Serokwezîrê Şahnişîna Haşimî ya Urdinê birêz Beşîr Elxesavne civiyan.

Serokwezîrê Urdistanê silav û rêzên Şahê Urdinê xwedan Şiko Şah Ebdulah gehandine me.

Her du alî li ser mehkûm kirina êrîşên ser Hewlêrê ku, binpêkirin û zêdegaviyeke narewaye bo ser serweriya Îraqê hemfikir bûn.

Pêşde birina têkiliyên navbera herêma Kurdistan û şahnişîna Urdinê bi taybetî di warên hêlbirîn û bazirganî de beşeke din ji giftûgoyên me bûn.

Top