• Monday, 16 February 2026
logo

Kurdistan û Fenlenda têkiliyên xwe bihêztir dikin

Gulan Media January 15, 2024 Nûçe
Kurdistan û Fenlenda têkiliyên xwe bihêztir dikin

Serokwezîr li gel balyoza Fenlendayê civiya.

Duh li Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyoza Fenlendayê li Îraqê civiya.

Di civînê de giftûgo derbarê guhertin û pêşhatên rewşa giştî ya Îraq, deverê û pêşde birina têkiliyên du alî hate kirin.

Mijareke din ya civînê taybet bû bi têkiliyên navbera hikûmeta herêmê û hikûmeta federalî û di vê derbarê de tekez li ser girîngiya dabîn kirina maf û şayîsteyên darayî yên herêmê û ji nûve destpê kirina henarde kirina petrola Kurdistanê hate kirin.

Parastina asayîş û aramiya herêma Kurdistanê û Îraqê, parastina selametiya hêzên hevpeymanan û nuneratiyên dîplomatîkî yên li Îraqê û girîngiya berdewam bûna wan li ser pîwerdariyên xwe mijarên din yên vê civînê bûn.

Top