• Monday, 16 February 2026
logo

Hewlêr û Bexda ji bo tekoşîna li hember madeyên hişber tîmeke hevbeş ava dikin

Gulan Media January 15, 2024 Nûçe
Hewlêr û Bexda ji bo tekoşîna li hember madeyên hişber tîmeke hevbeş ava dikin

Wezareta Navxwe ya Iraqê ragihand, Hewlêr û Bexda hêzeke hevbeş ji bo rûbirûbûna madeyên hişbir ava dikin, ku yekem car e di navbera her du aliyan de hevahengiyek bi vî rengî tê kirin.

Birêveberê Giştî yê Karûbarên Madeyên Hişbir li Wezareta Navxwe ya Iraqê Lîwa Mafperwar Ehmed Zirkanî îro ragihand, bo yekem car di dîroka Iraqê de, hevahengiyeke bilind di dosyeya madeyên hişbir de di navbera hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de heye, ji bo vê mebestê jî tîmeke hevpar hatiye avakirin.

Lîwa Mafperwar Ehmed Zirkanî diyar kir, di sala 2021ê de, 500 kîlogram û di sala 2023an de jî çar ton madeyên hişbir hatine desteserkirin.

Herwaha got, 3 bergumanên madeyên hişbir di sala 2022an de bi cezaya bidarvekrinê hatin cezakirin û di sala 2023an de jî, 50 bazirganên madeyên hişber bi davekirinê hatin cezakirin.

Pêştir helmeteke niştimanî li Iraq û Herêma Kurdistanê bo rûbirûbûn û jinavbirina madeyên hişbir hatibû destpêkirin, ku li gor berpirsên ewlehiyê, parêzgeha Kerkûkê ku cihê bazirganiya wan madeyan e, bi giştî li parêzgehê herî zêde ew madeyan tên bikaranîn.

Rêveberê Rêveebriya Nehîştina Madeyên Hişber li Kerkûkê Mihemed Etiya ji K24ê re ragihand, piştî ku Wezîrê Navxwe Ebdulemîr Şemerî giringiyeke mezin da kampaniya rûbirûbûna madeyên hişbir, me bi hevahengiya li gel Herêma Kurdistanê û hêzên ewlehiyê yên Iraqê, karî hejmareke mezin ji wan torên bazirganiyê bigirin.

Mihemed Etiya got: “Me nêzî 15 ton madeyên hişbir desteser kirine û tometbar jî sewqî dadgehê hatine kirin.”

Di xala yekem a madeya 27 a yasaya madeyên hişbir a sala 2027an a Iraql de hatiye diyarkirin ku cezaya bazirganên madeyên hişbir, dikare bigihe bidarvekirinê.

 

Basnews

Top