• Monday, 16 February 2026
logo

Dijeteror a Kurdistanê şehîdên asayîşê bibîranî

Gulan Media January 10, 2024 Nûçe
Dijeteror a Kurdistanê şehîdên asayîşê bibîranî

Dijeteror a Kurdistanê di salvegera şehîdên asayîşê de vîdeoyek belav kir û ragehand, bîranîna şehîdên asayîşê bilind û pîroz radigrin, ku 9 sal berî naha di êrîşeke terorîstên DAIŞê de şehîd bibûn.

Dijeteror a Kurdistanê videoyek belav kir û bîranîna şehîdbûna polekî ji şehîdên asayîşê bilind û pîroz nirxand, ku 9 sal berî naha şeva 9 bo 10ê Çile ya sala 2015ê de di êrîşeke terorîstî ya DAIŞê hejmarek ji karmendên asayîşê xwîna xwe ya paqij kirin qurbana axa pîroz a Kurdistanê.

Asayîşa Hewlêrê vê derbarê de ragehand: ‘’Di vê bîrhatinê de em soza xwe ya her car teqez dubare dikin ku berdewam xizmetkar û parêzerê can û malê hemwelatiyan bin û dabînkirina aramiyê wek erkê ser milê xwe bizanin. Hezaran silav li hemû şehîdên Kurdistanê.

 

Basnews

Top