• Monday, 16 February 2026
logo

Hunermendekî Kurd hate girtin

Gulan Media January 10, 2024 Nûçe
Hunermendekî Kurd hate girtin

Ji aliyê îtlaata Îranê ve li Serdeştê hatiye girtin.

Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê, duhê duşem hêzên îtlaata rejîma Îranê li bajarê Serdeştê ya li Rojhilatê Kurdistanê, êrîşî ser malê Hunermendê Kurd Şoreş Ebûbekirî yê bernas bi Şoresiwar kirine.

Di encama operasiyona han de ev Hunermendê Kurd ji aliyê îtlaatê ve hatiye girtin û heta niha çarenivîsa wî jî nediyare.

Top