Civata Wezîran danûstandinan li ser encamên civînên bi Hikûmeta Federalî re dike
Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê dê bicive û dê danûstandinan li ser encamên serdana şanda danûstandinan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike, ku girêdayî danûstandinên li ser mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê û edilandina qanûna giştî ya budceya federalî bû.
Fermangeha Medya û Zanyaran ragehand, îro (Çarşem, 10ê Çileya 2024ê) bi serperiştiya Serokê Civata Wezîran Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîrî Qubad Talebanî, Civata Wezîran dê bicive û dê danûstandinan li ser du mijaran bike.
Para yekê ya wê civînê dê li ser encamên serdana şanda danûstandinan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê be, ku bi serokatiya Wezîrê Darayî û Aborî Awat Cenab Nûrî bû û girêdayî danûstandinên li ser mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê, edilandina qanûna giştî ya budceya federalî, destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê, mezaxtiyê berhemanîn û veguhastina petrolê û berçavkirina piroje û pêşniyarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû ku li ser van pirsan pêşkêşî Hikûmeta Federalî kirine.
Para duyê ya civîna Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê dê girêdayî lidûçûna Civata Wezîran ji bo rêkarên wezaretên peywendîdar li ser bicihanîna biryara berê ya Civata Wezîran a hejmar 222 ya 7ê Hezîrana 2023 be, ku li ser destnîşankirina qedexekiriyên rêyên giştî ye ji bo nehêlana zêdegaviyan li ser rê û cade û cihên giştî.
K24
