Fransa navendekî ji bo dayîna vîzeyê li Herêma Kurdistanê vedike
Îro 09.01.2024ê Konsulxaneya Giştî ya Fransayê li Herêma Kurdistanê navendekî dayîna vîzeyê ji bo wan kesane vekir ku dixwazin serdana Fransayê bikin.
Konsulê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê Jan Bream di civîneke çapemeniyê ya hevbeş li gel Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve li Kurdistanê Sefîn Dizeyî de, vekirina wê navendê li bajarê Hewlêrê ragehand.
Bream di civîna çapemeniyê de ragehand, armanca vekirina vê navendê asankariye ji bo proseya wergirtina vîzeya welatê wan ji bo hemwelatî û geştyar û veberhêneran.
Herwaha diyar kir hevdîtina ji bo wergirtina vîzeya çûna jor li konsulxaneyê bêhembere û diyar kir ku piştî vekirina vê navendê pêwîst nake hemwelatî serdana germangehên geştyarî û geştûguzarê bikin bi armanca hevdîtinê.
Basnews
