Careke din binkeyekî leşkerî yê Amerîkayê li Sûriyê hat bombebaran kirin
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan aşkera kir, îro 08.01.2024ê grubên nêzîkî Îranê bi dehan mûşek li binkeyê zeviya petrolê ya El Omer a ku Hêzên Hevpeymaniya Navnetewî lê dimînin (li Sûriyê) bombebaran kirin.
Li gor heman çavkaniyê ti zanyariyek di derbarê ziyanên canî yên vê bombebaranê de nehatine aşkera kirin.
Duh bi dronekî, kamyoneke barhelgir a grubên çekdarên nêzîk Îranê li Elbukemal a li rojhilatê Dêrezorê hat armanc kirin.
Eniya Berxwedana Îslamî li Iraqê berdewam binkeyên leşkerî yên Amerîkayê li Sûriye û Iraqê dikin armanca êrîşê û dibêjin ev bersive ji bo êrîşên Îsraîlê yên li ser Filîstiniyan.
Basnews
