Îran û çekdarên Îraqê bo Hemasê tetbîqat kirin
Îsraîl jî dibêje Hemas bi temamî li Bakûrê Xezeyê hatiye jinavbirin.
Li gor çapemeniya Îranî duhê yekşem tetbîqateke leşkerî ya hevbeş di navbera spaha pasdaran ya Îranê û komên çekdar yên Îraqî yên ser bi Îranê bi navê heşda şebî hatiye organîzekirin.
Di tetbîqata han de yaku, li bendara Faw hatiye lidarxistin, gelek pasdarên Îranî û çekdarên heşda şebî jî beşdar bûne û tetbîqat bi sirûd û diroşmên bo piştîvanî kirina Hemasê destpê kiriye.
Her di vê derbarê de jî artêşa Îsraîlê diyar kiriye ku, Îsraîl kariye di encama êrîş û operasiyonên xwe de Hemas bi temamî li Bakûrê Xezeyê ji nav bibe û ji nav birina Hemasê li Başûrê Xezeyê jî pêdiviya xwe bi demeke din ya kurt heye.
