• Monday, 16 February 2026
logo

Endamekî rêveberiya Komela Dadgerî PKK hişyar kir û got: Dê baca wê bidin

Gulan Media January 7, 2024 Nûçe
Endamekî rêveberiya Komela Dadgerî PKK hişyar kir û got: Dê baca wê bidin

Endamê rêveberiya Komela Dadgerî ragehand, Herêma Kurdistanê di qonaxên cuda cuda yên dema borî de himbêza xwe ji bo hemû hêz û aliyên opozîsyona Bakur û Rojhilatê Kurdistanê vekiriye û pêwîstbû wan jî rewşa Herêma Kurdistanê berçav bigirta. Bahane nedaban Îran û Tirkiyê Herêma Kurdistanê bombebaran bikin, lê PKK eger rewşê berçav negre dê bixwe ziyanê bibîne û baca wê jî bide.

Endamê rêveberiya Komela Dadgerî Merwan Gelalî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Pêwîstbû PKKê ji zû de pêwendiyên xwe berçav girtiba, guhdar nekirinê ve ziyan dîtiye, eger li ser wê guhdarî nekirin û berçav negirtina Herêma Kurdistanê berdewam bike û li berçav re derbas neke dê gelek zerer bike û baca wê jî dê bide. Bi rastî Hikûmeta Herêma Kurdistanê himbêzeke germ ji bo hemû hêz û aliyên siyasî ji kurdên Îran û Tirkiyê re vekiriye. Pêwîstbû wan jî bi taybet jî PKKê ew yek li berçav girtiba, yan jî rêkeftinek li gel Herêma Kurdistanê heba, ku bahaneyê nedin bidin welatan, ku Herêma Kurdistanê bombebaran bikin.’’

Endamê rêveberiya Komela Dadgerî behsa pêwendiyên YNKê û PKKê kir û bi taybet vê derbarê vê demê de got: ‘’Ew pêwendiyên YNKê li gel PKKê yên ku hene, ti aliyeke wê yên din tine.’’

Derbarê gotinên Wezîrê Derve yê Tirkiyê, ku YNK û PKK hewla lewazkirin û lêdana li Hikûmeta Herêma Kurdistanê de jî Merwan Gelalî got: ‘’Ev mijar zêdetir xwê berdana ser birînê ye, ji bo têkdana pêwendiyên YNK û PDKê. Ji bo wê divê em agahdar bin.’’

Derbarê bombebaranên dronên Tirkiyê yên li Axceler, Pênciwên, Germiyan û Silêmaniyê yên ji ber hebûna PKKê li wan sînoran de jî got: ‘’Naha pêwendiyên Tirkiyê li gel YNKê xirabin, pir aşkeraye û ji wan re jî gotine sedem jî pêwendiyên YNKê yên li gel PKKê ne.’’

 

Basnews

Top