• Monday, 16 February 2026
logo

Hêzeke YNKê davêje ser çend dibistanên Silêmanî û bi zorê deriyê dibistanan dadixe

Gulan Media January 7, 2024 Nûçe
Hêzeke YNKê davêje ser çend dibistanên Silêmanî û bi zorê deriyê dibistanan dadixe

Ev sê meh zêdetire ji ber baykota siyasî ya hin mamostayên bi nav nerazî, deriyê dibistanan li sînorê parêzgeha Silêmaniyê ji xwandevanan re nayên vekirin û daxistî ne û heta naha proseya xwandinê ya 2023 – 2024 li deverê destpê nekiriye. Wê jî metirsiya winda kirina îsal a xwandina deverê çêkiriye.

Li gor zanyariyên BasNewsê, di nîvê meha 12ê ya sala borî û pê ve, rêveberiya çend dibistanên bajarê Silêmanî ji bo berjewendiya xwandevanên 9 û 12 yên amadeyî deriyê dibistanan ji xwandevanan re vekir, lê hêzeke ewlehiya YNKê avête ser dibistanan ku biryar dabûn xwandinê asayî bikin û rêveber û mamostayên dibistanê hatine agahdar kirin ku dewamê ragirin û dibistanan nevekin û berdewama boykota xwandinê bikin.

Vê derbarê de mamosta Salih Kerîm ku mamostayê kevin ê bajarê Silêmaniyê ye û 35 sale wane û dersên bîrkarî dide xwandevanan ji BasNewsê re ragehand, proseya xwandinê li bajarê Silêmaniyê bi temamî ji kar ketiye, mixabin nedibû mamosta mijara siyasî têkelî proseya xwandinê bikin. Di demekî de mamosta gelek ji wî tiştî mezintirin ku bikevin davên siyasî. Bê guman karê serekî yê mamostayan ew e ku nifşên nû fêrî perwerde û xwandinê bikin.

Herwaha got, mafê rewa yê mamostayane mûçeyên xwe di dema xwe wergirin. Lê xeletiyekî mezine daxwazên xwe têkelî mijarên siyasî bikin. Yan Iraqçîtiyê bikin. Ji dema mamostatî hebûye li Kurdistanê heta naha hewla wê yekê dane ku diyardeya nexwandevaniyê tine bikin. Lê hin mamosta naha ji ber hizrên siyasî dixwazin civaka me ber bi tarîtî û nexwandevaniyê ve bibin.

 

Basnews

Top