• Monday, 16 February 2026
logo

Îsal zêdetir ji 7 milyon geştyaran serdana navçeyên geştyariyê yên Herêma Kurdistanê kirine

Gulan Media December 31, 2023 Nûçe
Îsal zêdetir ji 7 milyon geştyaran serdana navçeyên geştyariyê yên Herêma Kurdistanê kirine

Li gorî daneyên Desteya Giştî ya Geştûguzariyê, di 11 mehên îsal de zêdetirî 7 milyon geştiyar serdana navçeyên geştiyariyê yên Herêma Kurdistanê kirine.

Berdevkê Desteya Geştûguzarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Îbrahîm Ebdulmecîd ji K24 re ragihand, “Sala 2022’an şeş milyon û 35 hezar geştiyar serdana Herêma Kurdistanê kiribûn, di sala 2023’an de ev hejmar zêde bûye û di heyama 11 mehan de, zêdetir ji 7 milyon û 500 hezar geştiyaran serdana navçeyên geştiyariyê kirine.”

Îbrahîm Ebdulmecîd diyar kir: “Ew geştyar, geştyarên navxweyî, geştiyarên ji başûr û naverasta Iraqê û herwiha geştyarên ji derveyî Iraqê ne.”

Amaje bi wê jî kir, “Li seranserê Herêma Kurdistanê, 462 hotêl û 280 motel, zêdetirî 1000 xwaringeh û kafeteryayên me yên ku xizmeta geştiyariyê pêşkêş dikin hene.”

Got jî: “Di warê xizmetguzariyê de, me bi hemû hêza xwe hewl da ku pêwîstiyên geştiyaran bicih bînin. Diyar e hîn jî pêwîstiya wan bi xebateke zêdetir heye. Em geşbîn in ku sala bê em bikarin pêdiviyên geştiyaran bicih bînin.”

 

K24

Top