• Monday, 16 February 2026
logo

PDK bi fermî giliyê li dijî encamên hilbijartinên encûmenên parêzgehan tomar dike

Gulan Media December 31, 2023 Nûçe
PDK bi fermî giliyê li dijî encamên hilbijartinên encûmenên parêzgehan tomar dike

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PKD) bi fermî li Bexdayê giliyê li dijî encamên hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê yên tomar dike. Rayedarekî PDKê dibêje: “Em piştrast in ku dengên me ji yên ku hatine ragihandin, zêdetir in.”

Berdevkê Dezgeha Hilbijartinan a PDKê Hawar Mihemed ji K24ê re ragihand, dezgeha helbijartinan a PDKê li Bexdayê dê giliyeke fermî li dijî tevahiya proseya hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê tomar dike.

Got jî: “Gelek têbîniyên me li ser hemû proseya hilbijartinan hene, bi taybetî hilbijartinên her du encûmenên parêzgehên Kerkûk û Neynewayê. Em piştrast in ku rêjeya dengên me gelekî ji ya ku hatiye ragihandin zêdetire.”

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê roja 28ê Berçile encamên dawî yên hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê eşkere kirin. Li gorî encaman, PDKê 4 kursî li Neynewa û 2 kursî jî li Kerkûkê  bidest xistine.

Duhî Înê jî, Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed gotibû: “Di hilbijartinên encûmenên parêzgehan de, gelek asteng ji bo partiya me hatin çêkirin, her ji givaştinên ewlehî û siyasî heta bikaranîna aliyên darayî ji bo kirîna wijdana hindek xelkî, lê hevalên me û cemawerê serbilind ê partiya me bi dilgermî tevlî hilbijartinan bûn û asteng derbas kirin”.

Herwiha got: “Niha jî piştî ragihandina encaman ji aliyê Komisyonê ve, di ser têbîniyan û tomarkirina skalayên qanûnî re, em piştrast in ku partiya me ji ewa hatiye ragehandin zêdetir e”.

Herwiha got: “Di ser tane û têbîniyên me re, em wekî PDK ji bo diyalog û lihevguhertina dîtin û nerînan ji bo pêkanîna hikûmetên xwecihî  yên parêzgehan amade ne, li ser bingeha şeraketê û bicihanîna lihevkirinên siyasî û asayîkirina rewşa wan deveran ên ku pêştir lihevkirin li ser hatiye kirin û dabînkirina ewlehiyê û xizmetkariyan ji bo welatiyan bê cudahî”.

 

K24

Top