• Monday, 16 February 2026
logo

Mezlûm Kobanî nameyek bo Kongrêsa Amerîkayê şand

Gulan Media December 31, 2023 Nûçe
Mezlûm Kobanî nameyek bo Kongrêsa Amerîkayê şand

Têde daxwazek ji Kongrês Amerîkayê kiriye.

Fermandarê giştî yê hêzên Sûriyeya Demokratîk ( HSD) nameyek bo Konrêsa Amerîkayê şandiye û têde daxwaz ji Kongrêsê kiriye daku, daxwaza Tirkiyeyê red bike.

Mezlûm Kobanî di nameya xwe de nivîsandiye ku, Tirkiye dixwaze balefirên cengî yên F16 bo dijatî kirina Kurd û kuştina xelkê medenî yê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê û wêran kirina jêrxana wan deveran bikar bîne lewre em daxwaz ji Kongrêsa Amerîkayê dikin ku, rê li pêşiya firotina balefirên F16 bi Tirkiyeyê bigire.

weke tê zanîn ev çend sale Tirkiye daxwaza kirîna balefirên cengî ji Amerîkayê dike lê Amerîka her car bi hincetek ev daxwaza han cîhbicîh nake.

Top