• Monday, 16 February 2026
logo

Serokwezîr Mesrûr Barzanî serexweşiyê li Zagros Fetah Axa dike

Gulan Media December 30, 2023 Nûçe
Serokwezîr Mesrûr Barzanî serexweşiyê li Zagros Fetah Axa dike

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê serexweşiyê li Endamê Mekteba Siyasî ya PDKyê Zagros Fetah Axa dike, ji ber koça dawiyê ya dayika wî.

Êvara îro (Înî, 29ê Berçileya 2023ê) Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peywendiyeka tilefonî de serexweşî li Endamê Mekteba Siyasî ya PDKyê Zagros Fetah Axa kir, ji ber koça dawiyê ya dayika wî.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî hevxemiya xwe ji wî re diyar kir û hêvî xwast ku Xudayê mezin canê Xudljêrazî bi behiştê şa bike û sebr û hedarê bide malbat û kesûkarên wî.

Ji aliyê xwe ve Zagros Fetah Axa rêz û spasiyên xwe û malbata xwe ji bo peywendî û hevxemiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşkêş kirin.

 

K24

Top