• Monday, 16 February 2026
logo

Dîsa êrîşî ser hêzên Amerîkî hate kirin

Gulan Media December 30, 2023 Nûçe
Dîsa êrîşî ser hêzên Amerîkî hate kirin

Li Hesekê balefirxaneya wan rastî êrîşê hatiye.

Li gor zaniyariyên berdest, îro şemî danê sibê, komên çekdar dîsa êrîşî ser hêzên Amerîkî yên li deverê de kirine.

Çavkaniyên hayedar behsa vê yekê dikin ku, îro şemî komên çekdar bi mûşekan êrîşî ser hêzên Amerîkî yên li balefirxaneya Herab Cir ya li Hesekê kirine.

Heta niha ne Amerîka û ne jî ti aliyeke din derbarê êrîşê de ti daxuyanî nedane û derbarê zirarên êrîşê de jî ti zaniyarî nehatine belavkirin.

Top