• Monday, 16 February 2026
logo

Teqînek li Efrînê çê bû, kuştî û birîndar hene

Gulan Media December 28, 2023 Nûçe
Teqînek li Efrînê çê bû, kuştî û birîndar hene

 Îro li Efrînê teqînek çê bû, kuştî û birîndar hene.

Çavkaniyekê ji K24ê re ragehand, îro (Çarşem, 27ê Berçileya 2023ê) nîvro li ser cadeya Sirfîsê ya taxa Eşrefiyeyê ya navenda bajarê Efrînê motorsikleka bombekirî hat teqandin”.

Wê çavkaniyê eşkere jî kir, di wê teqînê de zarokekî ji ber giraniya birîna xwe canê xwe winda kir û pênc kesên din jî birîndar bûn.

Li dû zanyarên K24ê, jiyê wî zarokê ku di vê rûdanê de canê xwe winda kiriye 6 sal bûn.

Herwesa wê çavkaniyê amaje da, birîndarên vê rûdanê ji bo nexweşxaneyekê hatine veguhastin û çareseriya wan tê kirin.

 

K24

Top