• Monday, 16 February 2026
logo

Termê Gîlyanayê xelkê Enkawayê li Filorîdayê hat dîtin

Gulan Media December 27, 2023 Nûçe
Termê Gîlyanayê xelkê Enkawayê li Filorîdayê hat dîtin

Medyayên Amerîkayê parve kiriye, termê Îvil Gîlyana hatiye dîtin ku roja Şemê, 23ê Berçileya 2023ê, li kinarê Vîlanoyê winda bûbû, biryar e sibe behiya wî li hola behiyan li Enkawayê bê kirin.

Îvil Gîlyana yê Kiristiyanê Enkawayê Şemiya borî bi belema xwe di goleka wîlayeta Filorîdayê de digeriya û winda bû, roja Yekşema borî 9 ajansên lêgeriyanê dest ji lêgeriyana Gîlyana berda, lê hevalên wî berdewam lê digeriyan, heta ku îro termê wî dît.

Newzad Polis ku xalê Gîlyana ye ji K24ê re got, “Sibe dê behiya Gîlyana li hola behiyan a Enkawayê bê kirin”.

Top