• Monday, 16 February 2026
logo

Dronek gundekê Çemçemalê bombebaran dike

Gulan Media December 27, 2023 Nûçe
Dronek gundekê Çemçemalê bombebaran dike

Dronek gundekê qezaya Çemçemalê bombebaran dike.

Peyamnêrê K24ê ragehand, “Sibeha îro (Çarşem, 27ê Berçileya 2023ê) nêzî seet 9:30, gundê Tuteqelê li nahyeya Axcelerê ya girêdayî qezaya Çemçemalê ji aliyê dronekê ve hat bombebarankirin.

Peyamnêrê K24ê amaje da, zirarên canî yên vê bombebarankirinê nehatine zanîn û heta niha jî ew dron li ser asmanê wê deverê difire.

Heta berhevkirina vê nûçeyê jî, Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyeyê û dezgehên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê çi ragehandinên fermî li ser vê bombebarankirinê parve nekirine.

Par jî (roja Şemiyê, 21ê Gulana 2022ê) droneka Tirkiyeyê gundê Tuteqelê bombebaran kiribû. Paşî rêkxistina CPTyê ya Amerîkayî ragehandibû, di wê bombebarankirinê de sê çekdarên PKKyê û du welatiyên sivîl canê xwe ji dest dabû ku rizgarbûyî yên Enfalan bûn.

Ev di demekê de ye ku di çend mehên borî de êrîşên artêşa Tirkiyeyê li deverên Herêma Kurdistanê bi behaneya hebûna çekdarên PKKyê zêdetir bûne, lewma jî gelek gund û dever hatine berdan.

Aloziyên navbera Tirkiyeyê û PKKyê ji sala 1984ê heta niha berdewam in. Li gor amarên nefermî, heta niha zêdetirî 40 hezar kesan di şer û aloziyên navbera PKKyê û artêşa Tirkiyeyê de hatine kuştin. Rêkxistina PKKyê ji aliyê Tirkiyeyê, Amerîkayê û Yekîtiya Ewropayê ve wekî rêkxistineke terorî tê naskirin.

 

K24

Top