• Monday, 16 February 2026
logo

12 dronên husiyan hatin xistin

Gulan Media December 27, 2023 Nûçe
12 dronên husiyan hatin xistin

Ji aliyê hêzên Amerîkî ve hatine xistin.

Fermandariya navendî ya Amerîkayê  CENTCOM belav kiriye ku, çekdarên husî yên li Yemenê yên ku, ji aliyê Îranê ve têne piştîvanîkirin duhê êrîşeke berfire bo ser Îsraîl û çend keştiyan organîze kiribûn.

Di daxuyaniya Fermandariya navendî ya Amerîkayê de hatiye eşkere kirin ku, husiyên ser bi Îranê xwestibûn êrîşî ser Îsraîl û çend keştiyan bi rêya dron û mûşekan bikin lê hêzên deryayî yên Amerîkî yên li deverê karîne pêşiya êrîşa han bigirin û 12 dron û 5 mûşekên çekdarên husî bixin erdê.

 

Top