• Monday, 16 February 2026
logo

Peyama Serexweşiyê ya Serokê Hikûmeta Herêma Kuristanê

Gulan Media December 26, 2023 Nûçe
Peyama Serexweşiyê ya Serokê Hikûmeta Herêma Kuristanê

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo koça dawiyê ya kesatiyê civakî yê navdar Lale Serhed Xelîfe Yûnis peyameka serexweşiyê parve dike û hevxemiya xwe ji binemala wî re diyar dike.

Doh (Duşem, 25ê Berçileya 2023ê) Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê serexweşî li binemala kesatiyê civakî yê navdar Lale Serhed Xelfîe Yûnis kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyameka serexweşiyê de hevxemiya xwe ji bo binemala Xudêjêrazî diyar kir û nivîsiye, “Xudayê dilovan canê Xudêjêrazî bi behişta xwe şa bike û sebr û hedarê bide binemal û kesûkarên wî”.

 

Peyama Serexweşiyê ya Serokê Hikûmeta Herêma Kuristanê

Ez serexweşiyê li binemala rêzdar a kesatiyê civakî yê navdar Lale Serhed Xelîfe Yûnis dikim û ez hevparê xema wan im. Xudayê dilovan canê Xudêjêrazî bi behişta xwe şa bike û sebr û hedarê bide binemal û kesûkarên wî.

 

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

 

K24

Top