• Monday, 16 February 2026
logo

Tirkiye: 12 leşkerên me hatine kuştin

Gulan Media December 25, 2023 Nûçe
Tirkiye: 12 leşkerên me hatine kuştin

Dibêje me 29 cîhên pkk bordiman kirine.

Artêşa Tirkiyeyê ku, duhê ragihandibû 6 leşkerên wan di şerê pkk de hatine kuştin, bişev daxuyaniyeke din weşand û ragihand ku, 12 leşkerên wan di encama êrîşa pkk de hatine kuştin û çend leşkerên Tirk jî birîndar bûne.

Hevdem pkk jî belav kiribû ku, bi tenê li Xwakûrkê 17 leşkerên Tirkiye û li Metîna jî 9 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Wezareta berevanî ya Tirkiyeyê diyar kiriye ku, pevçûnên di navbera pkk û artêşa Tirkiyeyê de didomin û duhê bişev êrîşeke berfire ya asmanî biriye ser pkk û ypg û 29 navendên wan bordiman kiriye.

Top