• Monday, 16 February 2026
logo

CHP û DEM Partiyê daxuyaniya hevbeş îmze nekir: AK Partî aciz e

Gulan Media December 25, 2023 Nûçe
CHP û DEM Partiyê daxuyaniya hevbeş îmze nekir: AK Partî aciz e

 Karvedanên ji bo kuştina 12 leşkerên Tirkiyeyê ji aliyê PKKyê ve berdewam in.

Piştî ku 22 û 23ê Kanûna Pêşînê 12 leşkerên artêşa Tirkiyeyê li herêma “operasyona Pençe- Kilîdê” hatin kuştin, roja 24ê Kanûna Pêşînê ev mijar ket rojeva Parlamentoya Tirkiyeyê jî.

Partiya deshilatê AK Partiyê li dijî wan kuştinan daxuyaniyeke şermezarkirinê belav kir û ji hemû partiyan xwest ku îmze bikin.

Partiyên mixalefetê CHP û DEM Partiyê ew daxuyanî îmze nekirin.

Serokê CHPyê li ser sedema îmzenekirina wê daxuyaniyê eşkere kir.

“Li malên feqîran alayên mezin bilind dikin”

Serokê CHPyê Ozgur Ozel anî ziman:

“20 sal in Partiya Dad û Geşepêdanê vê yekê tîne serê vî welatî. Dema hatin salê 3ê şehîdên me hebûn. Niha di şevekê de 6 şehîd û roja piştî wê 6 şehîdên din. Em şehîdan didin.

Li malên feqîran ên bêsiwax, kelpîç, bêcam û pencere alayên mezin bilind dikin. Piştre li parlamentoyê belavok tê îmzekirin.

Piştre serokkomar destekî xwe datîne ser tabûta şehîdê me û mîkrofonê dixe destê din û siyasetê dike.

Piştre kes nema behs dike heta şehîdekî din tê. Ez û em êdî ne li vir in. Eger bi îmzekirina belavokê şehîd neyên, ez dê rojê 5 hezar belavokan îmze bikim.”

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk li dijî helwêsta CHPyê daxuyaniyeke tund da û li ser hesabê xwe yê tora civakî Xê nivîsî:

“Helwêsta Serokê CHPyê Ozgur Ozel a danîna mercan ji bo îmzekirina belavoka şermezarkirina terorê ku ji aliyê partiyan ve di parlamentoyê de tê îmzekirin, helwêsteke cihê şermê ye.

Rêveberiya CHPyê, li şûna ku di bin banê parlamentoyê de li kêleka Mehmetçîkan be û terora PKKyê şermezar bike, bi hincetan li pey hesabên cuda dibeze.

Ev helwêsta rêveberiya CHPyê, di mijara tezkereyan de ku ji bo ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê pêwîst in, berdewamiya bêserûberiyeke siyasî ye.”

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku ew belavok îmze nekiriye dibêje, ji bo dawî li kuştina ciwanan bê divê Pirsa Kurd were çareserkirin.

Serokwekîlê fraksiyona DEM Partiyê Saruhan Oluç di axaftina xwe ya li Parlamentoya Tirkiyeyê de bangî hemû partiyên siyasî kir ku ji bo çareserkirina Pirsa Kurd gavan biavêjin û got:

“Heta Pirsa Kurd çareser nebe li vî welatî taziye û şîn bi dawî nabin.”

Serokwekîlê fraksiyona DEM Partiyê Saruhan Oluç herwiha anî ziman:

“Em vê yekê careke din ji bo hemû partiyan pêşniyar dikin, tenê bila em bi hev re ji bo çareserkirina Pirsa Kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane gavan bavêjin, ji bo avêtina van gavan em zemîn û çanda polîtîk pêş bixin.

Heta ku ev yek nebe mixabin di vê parlamentoyê de em dê wek her car, şînê dayînin û biçin taziyeyên hev, ji taziyeyan wêdetir naçe.

Lewra em careke din ji bo çareseriyeke demokratîk û aştiyane bangewaziya xwe dubare dikin. Ji ber vê yekê jî em belavoka hevbeş îmze nakin.”

Artêşa Tirkiyeyê ji 18ê Nîsana 2022yan ve “operasyona Pence-Kilîdê” li herêmên Avaşîn, Metîn û Zapê yên li nav axa Herêma Kurdistanê li ser pêgehên PKKyê daye destpêkirin.

Heta niha Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê canjidestdana 841 gerîla û kuştina 123 leşkerên artêşa welatê xwe di çarçoveya wê operasyonê de ragihand.

HPGyê jî kuştina 3 hezar û 60 leşkerên Tirkiyeyê û canjidestdana 400 gerîlayan ragihand.

 

Rudaw

Top