Mesrûr Barzanî: Yekitiya Jinên Kurdistanê xwedî dîrokekî tejî ya serwerî û serbilindiyê ye
Cîgirê Serokê PDKê Mesrûr Barzanî di kongreya nehem a Yekitiya Jinên Kurdistanê de gotarek pêşkeş kir.
Cîgirê Serokê PDKê Mesrûr Barzanî di gotara xwe de ragehand, Yekitiya Jinên Kurdistanê xwedî dîrokekî tejî ya serwerî û serbilindiyê ye di qonaxên cuda yên xebata rizgarîxwaziya Kurdistanê de.
Cîgirê Serokê PDKê ragehand: Bi boneya pêkanîan kongreya nehem a Yekitiya Jinên Kurdistanê pîrozbahiyekî germ li we dikim û hêviya serkeftinê ji bo kongreya we dixwazim. Hêvîdarim biryar û spardeyên kongreyê bibin hêvinê zêdetir a pêşveçûna Yekitiya Jinên Kurdistanê û xizmeta zêdetir a gelê me.
Herwaha got: Yekitiya Jinên Kurdistanê, xwedî dîrokekî tejî ya serwerî û serbilindiyê ye di qonaxên cuda yên xebata rizgarîxwaziya Kurdistanê de. Yekitiya Jinên Kurdistanê bi giştî berdewam piştevanekî bihêz ê Pêşmergeyên Kurdistanê bûn û di rêzên pêş de berevanbûn li mafên rewa yên gelê Kurdistanê.
Barzanî diyar kir: Rêz û pêzanînên mên ên zêde ji bo hemû wan jinên tekoşerên Kurdistanê û bi taybet rêveberên xebatkar ên berê û naha yên Yekitiya Jinên Kurdistanê heye û xebat û tekoşîna wan a ji bo mafên jinên Kurdistanê jî bilind dinirxînin.
Cîgirê Serokê PDKê got: ‘’Di dîroka gelê Kurdistanê de jin berdewam xwedî rolekî giring û pêşeng bûn. Ji bo nimûne di raperîn û şoreşên gelê Kurdistanê de jin nimûneyekî diyar û jîrî û niştimanperwerî û qurbanîdanê bûn û mil bi milê bav û bira û endamên din ên malbata xwe li çeperên herî pêş ên xizmetkirin û canê xwe dayîn û parastinê de bûn ji bo ax û niştiman.
Mesrûr Barzanî got: ‘’Piştî raperîna sala 1991ê jinên Kurdistanê xwedî rolekî çalak bûn di damezrandina Herêma Kurdistanê de û karîn bi jîrî û zîrekiya xwe roleke bi bandor bilîzin. Îro bilindbûna ast û rêjeya beşdariya jinên Kurdistanê di rêveberî û hikûmraniyê de amajeyekî aşkera ye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê armanca baştirkirina rewşa jinan û bihêzkirina pêgeha wan a di civakê de ye. Ji bo nimûne amajeyekî di cîhê xwe de ye ku di kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de rêjeya beşdariya jinan di astên bilind ên hikûmetê de bi awayekî berçav zêde bûye.
Hêvîdarim Yekitiya Jinên Kurdistanê di vê kongreyê de helsengandinekî baş û ji bo mijara kar û çalakiyên dema borî bike û hemû nexşerê û plan û bernameyên bihêz ji bo qonaxa pêş darêjîne, ku zêdetir pêşdeçûn û pêşxistina xebata rêxistiniya xwe û bidestxistina armancên ji bo zêdetir xizmetkirina jinên Kurdistanê bo sûd wergirtina ji pêşketina bilez a teknolojiya vê serdemê de.
Cîgirê Serokê PDKê got: Daxwaz dikim Yekitiya Jinên Kurdistanê rola xwe ya pêşeng bilîze bo gehandina nifşeke niştimanperwer û aştîxwaz û jîngeparêz û çalak bo parastina ezmûn û destkeftên me û pêşxistina zêdetir a welatê me.
Mesrûr Barzanî got: Berî dawî bi gotara xwe bînim, ez dixwazim careke din spasiya sekretera Yekitiya Jinên Kurdistanê Doktor Vîyan û hemû sekreter û rêveberên berê yên Yekitiya Jinên Kurdistanê bikim û ji we re bibêjin ku rêz û pêzanîn me yên mezin ji bo xebat û tekoşîna we heye, herwaha daxwaza berdewambûn û serkeftinê ji bo hemû endaman û alîgirên Yekitiya Jinên Kurdistanê heye. Hêvîdarim piştî vê kongreyê rêveberiyekî bihêz, zîrek, xebatkar û tekoşer hilbijêrin bo ku bikarin berdewamiya vê rêya pîroz bidin û di asta daxwazên jinên Kurdistanê de bin.
Cîgirê Serokê PDKê Mesrûr Barzanî dawiyê de jî got: ‘’Careke din spasiya we dikim û hêviya serkeftinê ji bo kongreya we dixwazim. Hêvîdarim berdewam di pêşketin û geşebûnê de bin. Hûn her selamet û serkeftî bin û Kurdistan jî her avadan be.’’
Basnews
