• Monday, 16 February 2026
logo

Di encama teqîna otobusekê de 7 leşkerên Sûriyeyê hatin kuştin

Gulan Media December 21, 2023 Nûçe
Di encama teqîna otobusekê de 7 leşkerên Sûriyeyê hatin kuştin

Di encama teqîna bombeyekê bi otobuseke leşkerî de, 17 leşkerên artêşa Sûriyê li beyaban Humsê hatin kuştin û birîndarkirin.

Medyaya Sûriyeyê belav kir, li beyabana Tedmurê bombeyek bi otobuseke leşkerî de teqiya û di encamê de 7 leşker hatin kuştin û 10 leşker jî birîndar bûn.

Li gorî medyaya Sûriyeyê, bombe ji aliyê çekdarên DAIŞê ve ser rê hatiye çandin û dema otobus derbas dibû, pê de teqiyaye.

Li gorî çavkaniyên Tedmurê, di otobusê de madeyên kîmyewî hebûn, ji ber wê jî şewat derket û termê hin leşkeran neyên naskirin.

Li gorî amarên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, di sala 2023an de, 619 kes di operasyonên çekdarî de li biyabana Sûriyê hatine kuştin, ji wan 167 sivîl, 46 çekdarên DAIŞê û 406 leşker û çekdarên ser bi hêzên rêjîma Sûriyeyê ve ne.

 

K24

Top