• Monday, 16 February 2026
logo

Bi beşdariya Mesrûr Barzanî nehemîn kongreya Yekîtiya Jinên Kurdistanê lidar dikeve

Gulan Media December 21, 2023 Nûçe
Bi beşdariya Mesrûr Barzanî nehemîn kongreya Yekîtiya Jinên Kurdistanê lidar dikeve

Bi beşdariya Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî; 9emîn Kongreya Yekîtiya Jinên Kurdistanê li Hewlêrê tê lidarxistin.

Bi beşdariya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê PDKê Mesrûr Barzanî, îro 21.12.2023an Kongreya nehemîn a Yekîtiya Jinên Kurdistanê bi navnîşanê “Hêz û Şiyana Jinan, Bingeha Pêşketina Aştî û Aborî ye” dest pê kir.

Kongre bi amadebûna wezîr, parêzgarên Herêma Kurdistanê û nûnerên partiyên siyasî li hola Seid Ebdulla ya Hewlêrê rê lidarxistin û du rojan berdewam dibe.

Di kongreyê de Peyrewa Navxwe ya Yekîtiya Jinên Kurdistanê tê amadekirin û komîteyek nû ji bo sekreteriya Yekîtiya Jinan ku ji heft endaman û 3 yedekan pêk tê, dê werin hilbijartin.

Di kongreya nehemîn a Yekîtiya Jinên Kurdistanê de, Sekreter nayê hilbijartin, piştî kongreyê dê ji aliyê Desteya Sekreteriya Yekîtiya Jinan ve kesek weke sekretera rêxistinê bê destnîşankirin.

 

 

Top