Serokê lîsteya PDKê li Kerkûkê peyamek belav kir
Îro 19.12.2023yê êvari serokê lîsteya PDKê li Kerkûkê Hesen Mecîd Şêxanî bi peyamekî spasiya bawerî û piştevaniya Serok Barzanî dike û radigehîne di paşerojê de dê hewla bidestanîna hikûmraniya paqij û şefaf û dadperwerane li Kerkûkê bidin.
Hesen Mecîd Şêxanî di peyameke di tora xwe ya facebookê de ragehand: ‘’Xelkê xwe naçemîne yê bajarê Kerkûkê, hemû hevalên min li çeperên xebat û kurdîniyê de, destpêkê ez dixwazim gelek spasiya rêber û merciya netewa me rêzdar Serok Barzanî bikin, ji ber baweriya daye me ku wek serokê lîsteya PDKê bim di helbijartinên encûmena parêzgeha Kerkûkê de.’’
Herwaha spasiya mamosta, fermanber, xwandevan, ciwan, jinan û hemû çînên bajarê Kerkûkê kir ku bawerî pê anîne û piştevanî kirine.
Serokê lîsteya PDKê ragehand: ‘’Bi hemû takekî Kerkûkê radigehînim ku Kerkûk her dê wek bajarê pêkvejiyan û hev qebûlkirinê bimîne û emê hewldanên xwe bikin di heyama pêş de rijdbin li ser mafên we û hemû hewldanekî bidin bo paşerojê de hikûmraniyekî paqij û şefaf û dadperwerî li parêzgeha Kerkûkê derxin holê.’’
Basnews
