• Monday, 16 February 2026
logo

Lîsteya PDKê herî zêde dengên Kurdan li Nînowa bidest xistine

Gulan Media December 20, 2023 Nûçe
Lîsteya PDKê herî zêde dengên Kurdan li Nînowa bidest xistine

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê encamên hilbijartinên encûmenên parêzgehan eşkere kirin. Li gorî encamên destpêkê, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hejmareke mezin a kursiyên encûmena parêzgeha Nînowayê bidest xistine.

Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê encamên destpêkê yên hilbijartinên encûmenên parêzgehan eşkere kirin. Li gorî encamên destpêkê, Lîsteya 197 a PDKê li parêzgeha Nînowayê 127 hezar û 938deng bidest xistine.

Herwiha, Hevpeymaniya Nînowa ji Xelkê wê re 141 hezar û 749 deng, Hevpeymaniya Peymana Niştimanî 83 hezar û 82 deng, Hevpeymaniya Siyada 72 hezar û 787 deng, Hevpeymaniya Niştîmanî ya Hesm 60 hezar û 123 deng, Hevpeymaniya Niştimanî ya Teqadum 71 hezar û 156 deng, Hevpeymaniya Azim 44 hezar û 476 deng û Hevpeymaniya Yekîtiya Xelkê Nînowayê 45 hezar û 939 deng bidest xistine.

Roja 16 û 18ê Berçileya 2023an, proseya dengdana taybet û giştî ya hilbijartinên encûmenên parêzgehan birêve çû. PDKê jî li parêzgeha Nînewayê bi lîsteya xwe ya serbixwe û bi 52 namzedên ji piraniya pêkhateyên olî û neteweyî yên parêzgehê beşdarî hilbijartinan bû.

Di hilbijartinên dawî yên encûmena parêzgeha Nînowayê de ku di sala 2013an de hatin kirin, PDKê 9 kursî bidest xistibûn, di nav wan de postên Serokê Encûmena Parêzgehê, Cîgirê Parêzgar û çend postên din di rêveberiya parêzgehê de hebûn. Vê carê jî ew hêvî dike ku roleke zêdetir di rêvebirina parêzgeha Nînowayê û proseya dubare avakirinê de bilîze û ewlehî û aramiya herêmê pêk bîne.

 

Basnews

Top