• Monday, 16 February 2026
logo

Li Meksîkayê di ahengekî de êrîşeke çekdarî pêkhat: 12 kes mirin

Gulan Media December 18, 2023 Nûçe
Li Meksîkayê di ahengekî de êrîşeke çekdarî pêkhat: 12 kes mirin

Li eyaleta Guanajuato ya Meksîkayê di ahengekî de êrîşeke çekdarî pêkhat û 12 ciwanan jiyana xwe ji dest dan, 12 kesên din jî birîndar bûn.

Li malgundê San Jose del Carmen a ser bi bajarokê Salvatierra ya eyaleta Guanajuato ya Meksîkayê, li hember ahengekî êrîşeke çekdarî pêkhat û ciwanên beşdarî wê ahengê bûne di encama wê êrîşê de 12 kes ji wan canê xwe ji dest dan û hin ji wan giran 12 kesên din jî birîndar bûn. Piştî êrîşê polîs lêkolîna berfireh da destpê kirin.

Serokê Şaredariya Salvatierra German Cervantes daxuyaniyekî bertek li hember wê êrîşê nîşan da û got: Ev êrîşa îro serê sibehê pêkhatiye bi tundî ez şermezar dikim. Dozgerî û hêzên ewlehiyê di nav hemahengiya temamî de çi pêwîst be dikin.

Li Meksîkayê eyaleta Guanajuato yek ji wan eyaletane ku herî zêde kuştin lê çêdibin û îsal 3 hezar û 29 kes hatine kuştin.  

 

Basnews

Top