Serokwezîr Mesrûr Barzanî beşdarî merasima serxweşiyê ya Mîrê Kuweytê dibe
Îro (Duşem, 18ê Berçileya 2023ê) Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li bajarê Kuweytê tevlî serxweşiya Mîrê Kuweytê Şêx Newaf Ehmed Cabir Sebah bû.
Ajansa Nûçeyên Kuweytê (KUNA) bi giringî ve amaje daye serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo Kuweytê û ragehandiye, Mîrê Kuweytê yê nû Şêx Meşel Ehmed Cabir Sebah li balafirxaneya mîrî pêşwaziya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û şanda pê re kir, ku serexweşî ji bo wexera dawiyê ya Mîrê pêştir Şêx Newaf Ehmed Cabir Sebah ragehand.
Ew yek jî berçav kiriye ku, Serokwezîr Mesrûr Barzanî serexweşî li Nasir Mihemed Ehmed, Şêx Sebah Xalid Ehmed Sebah û Serokwezîrê Kuweytê Şêx Ehmed Newaf Ehmed Sebah û malbata mîrê wexerkirî kir.
Wê ajansê herwesa ragehandiye, Serokwezîr Mesrûr Barzanî li balafirxaneyê ji aliyê Şêx Salim Ebdula Cabir Sebah ve hat pêşwazîkirin.
Basnews
