Berpirsê Hilbijartinê yê PDKê li Mûsilê: Heşdî Şeibî 4 kadroyên PDKê girtin
Berpirsê helbijartinên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Mûsilê dibêje, tevî wê yekê ku Heşda Şeibî li çend cihan gef li kadro û xelkê wê partiya me xwar û 4 kes girtin, lê heta em wan serbest bernedin dest ji hewlên me bernedin. Wî got ku prose berdewam dike û beşdariya xelkê li derveyî Mûsilê ji navenda bajêr zêdetir e.
Berpirsê helbijartinên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Mûsilê Menaf Hesen ji malpera fermî ya wê partiyê re gotiye, proseya dengdana Encûmena Parêzgeha Mûsilê, tevî binpêkirin û astengkirina kadro û xelkê ji aliye Heşdî Şeibî ve beşdarî baş e.
Menaf Hesen dibêje: “Divê gelê me beşdarî dengdanê bibe û pêgeha kurdan li Mûsil û navçeyên derdora wê bihêztir bike, daku dawî li binpêkirin, astengî û proseya xirabkirinê bîne.
Bang li gel kir ku di dema mayî de biçin dengê xwe bidin.
Basnews
