Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji ber koça dawî ya Mîrê Kuweytê sersaxî li gelê Kuweytê kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber koça dawî ya Mîrê Dewleta Kuweytê Şêx Newaf El-Ehmed El-Cabir El-Sebah, peyameke sersaxiyê belav kir.
Serokwezîr Mesrûr li hejmara xwe ya tora civakî “X” belav kir, “Bi xemgînî me nûçeya koça dawî ya Mîrê Dewleta Kuweytê Şêx Newaf El-Ehmed El-Cabir El-Sebah wergirt.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî got jî: “Em sersaxiyê li malbata rêzdar El-Sebah û gelê Kuweytê re dixwazin. Xwedayê mezin giyanê wî bi bihûştê şad bike û sebir û aramiyê bide her kesî.
Mîrê Kuweytê Şêx Newaf El-Ehmed El-Sebah îro di 86 saliya xwe de koça dawiyê kir.
Basnews
