• Monday, 16 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê cejna Rojiyên Êzî pîroz kir

Gulan Media December 16, 2023 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê cejna Rojiyên Êzî pîroz kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî cejna Rojiyên Êzî li tevaya Êzidiyên Kurdistanê û cîhanê pîroz dike.

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê wiha ye:
Ez cejna Rojiyên Êzî li rêzdaran Mîr û Civata Rûhanî û hemî xûşk û birayên Êzidî, li Kurdistanê û Îraqê û li her cihekê cîhanê bin, bi germî pîroz dikim. Ez hîvîdar im cejneka tena û aram û bêhinvedaneka xweş biborînin.

Di vê helkeftinê da, em careka dî xûşk û birayên xwe yên Êzidî piştrast dikin ku wek her gav em dê piştevan û parêzerên mafên wan bin. Em dê hemî bizavan bikin ku deverên wan bêne avedankrin û Kurdistan her welatê pêkvejiyana aştiyane ya hemî pêkhatan be.

Cejin pîroz be, her sal bi xêr û xweşî.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

 

Basnews

Top