Êrişî baregeheke Îranê hat kirin: 12 mirî û gelek birîndar hene
Li gorî medyaya Îranê, hinek kesan bi çekan êrişî baregeheke polîsan kiriye.
Di encama êrişê de 12 polîs mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Li gorî ajansa fermî ya Îranê ÎRNAyê, Parêzgariya Sîstan–Beluçistanê têkildarî êrişê daxuyanî da.
Parêzgariyê got, “Di êrişa terorê ya li dijî baregeha Raskê de 12 kes şehîd bûn.”
Herwiha hat destnîşankirin ku di şerê di navbera polîs û êrişkeran de gelek êrişkar hatine kuştin.
Li gorî nûçeyên herêmê, rêxistina “Ceyşul Adl” a ku Îran wê wekî “rêxistina terorê” qebûl dike li ser xwe girtiye.
Rêxistina Ceyşul Adl ku li herêma Sîstan–Beluçistanê ne li ser navê “parastina Suneyên Belûçiyan” ava bûye.
Rudaw
