Li sê parêzgehên Herêma Kurdistanê binkeyên dengdana taybet hatine vekirin
Proseya dengdana taybet bo hilbijartinên Encûmenên Parêzgehên Iraqê îro 16.12.2023an birêve diçe, li sê parêzgehên Herêma Kurdistanê jî sindoqên dengdanê ji bo koçber û hêzên çekdar û ewlehiyê yên ser bi wezaretê Berevanî û Navxwe yên Iraqê ve hatine danîn.
Li parêzgeha Hewlêrê 15 hezar û 492 leşker û karmendên asayîşê mafê wan ê dengdanê hene û 12 binkeyên dengdanê ji wan re hatine vekirin. Herwiha 7 binkeyên dengdanê jî, ji 5 hezar 23 koçber re hatine vekirin.
Li parêzeha Silêmaniyê, 23 hezar û 402 dengdar ji hêzên çekdar û asayîşê dikarin li 15 binkeyên dengê xwe bidin. Di vê navberê de jî, 3 hezar û 815 koçber dikarin dengê xwe li 5 binkeyên din bidin.
Li parêzgeha Dihokê jî, 14 hezar û 788 dengder ji hêzên çekdar û asayîşê dikarin li 11 binkeyên dengdanê dengê xwe bidin. Herwiha 39 hezar û 422 koçber jî dikarin dengê xwe li 23 binkeyan bidin
Dengdana taybet bo hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê (ji bilî parêgehên Herêma Kurdistanê) îro (16/12/2023) tê kirin û hilbijartinên giştî jî di roja 18ê vê mehê dê were kirin.
Li seranserê Iraqê jî, 1 milyon û 2 hezar û 393 dengder ji hêzên çekdar û dezgehên ewlehiyê dikarin di hilbijartinên taybet de dengê xwe bidin û 565 navendên dengdanê ji bo wan hatin vekirin.
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ragihand, 500 rêxistinên navdewletî û herêmî dê beşdarî çavdêriya hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê bibin.
K24
