• Monday, 16 February 2026
logo

Berdevkê Serokwezîrê Îsraîlê: Emê Xeze bikin beheşt

Gulan Media December 13, 2023 Nûçe
Berdevkê Serokwezîrê Îsraîlê: Emê Xeze bikin beheşt

Berdevkê Serokwezîrê Îsraîlê di daxuyaniya xwe ya herî dawiyê ya ji bo rûniştvanên Xezeyê de ragehand, dest ji Hemasê berdin, ku em jî Xezeyê bikin beheşt.

Berdevkê Serokwezîrê Îsraîlê  Ofir Gendelman di peyamekî de ji rûniştvanên Xezeyê re dibêje: ‘’Pêwîste dest ji Hemasê berdin û piştre jî emê Xeze bikin beheşt.’’

Herwaha got: ‘’Şer dê berdewam bike, giring nîne çend berdewam bike. Heta em piştrast dibin ku êdî gef û metirsiyekî cîdî nemaye li ser asayîşa Îsraîlê û heta wê dema ku Hemas linavdiçe dê berdewam bike.’’

Ofir Gendelman got: ‘’Eger Hemasê şer nekiriba, ti tiştek li Xeze çênedibû.’’

 

Basnews

Top