• Monday, 16 February 2026
logo

Qezaqistan û Kurdistanê têkiliyên xwe bihêztir dikin

Gulan Media December 12, 2023 Nûçe
Qezaqistan û Kurdistanê têkiliyên xwe bihêztir dikin

Serokwezîr li gel balyozê Qezaqistanê civiya.

Îro sêşem Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel balyozê Qezaqistanê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya balyozê Komara Qezaqistanê li Îraq û Urdinê birêz Eiderbeck Tumatov kir.

Balyozê Qezaqistanê kêfxweşiya xwe li hember serdana xwe, pêşkeftin û avedaniya herêma Kurdistanê diyar kir.

Me giftûgo derbarê pêde birina têkiliyên navbera her du aliyan bi taybetî di warê hêlbirîn û bazirganî de kir û di vê derbarê de me balkêşande ser rola çalak û hêza diyasporaya Kurdistanî li Qezaqistanê.

 

Top