• Monday, 16 February 2026
logo

Îsraîl êrîşî ser Dîmeşq û derdorê kir

Gulan Media December 11, 2023 Nûçe
Îsraîl êrîşî ser Dîmeşq û derdorê kir

Çend navendên leşkerî bordiman kiriye.

Li gor çapemeniya Sûrî şeva derbasbûyî artêşa Îsraîlê bi rêya mûşekan ji aliyê Colanê ve êrîşî ser Dîmeşq û derdorê kiriye.

Çapemeniya Sûrî diyar kiriye ku, sîstema berevanî ya Sûrî kariye beşek ji wan mûşekan pûç bike.

Ji aliyeke din ve çapemeniya nêzî artêşa Îsraîlê diyar kiriye ku, duhê bişev artêşa vê welatî êrîşî ser çend navendên leşkerî yên çekdarên ser bi Îranê li Dîmeşq û derdorê kiriye û zirarên gelek dijwar gehandiye wan.
 

Top