• Monday, 16 February 2026
logo

Dr. Mihemed Xurşîd: Em dixwazin îdareya Kerkûkê bikin îdareyekî Kurdistanî

Gulan Media December 11, 2023 Nûçe
Dr. Mihemed Xurşîd: Em dixwazin îdareya Kerkûkê bikin îdareyekî Kurdistanî

Cîgir û şêwirmendê mekteba rêxistina Kerkûk – Germiyan a PDKê radigehîne, baweriya me bi pêkvejiyana netewî heye, armanca PDKê pêkvejiyan û hev qebûlkirine. Em hewl didin îdareyekî ji bo bajêr ava bikin ku hemû xwe têde bibînin û nûnertiya hemû aliyan bike.

Cîgir û şêwirmendê mekteba rêxistina Kerkûk – Germiyan ê PDKê Dr. Mihemed Xurşîd derbarê bangeşeyên PDKê yên li Kerkûkê de ji BasNewsê re ragehand: ‘’Peyam û daxwaza PDKê ew e di bangeşeyê de berdewam aram be, PDK partiyekî rêxistinî ye û li gel girseya xwe bi aramî danûstanê dike. tişta ku di serdanên ji bo malbatên şehîdan, kesayet û girseya me der derdikeve pêş, dilgermî û pêşwaziyekî gelek baş heye, ku rêz li partiya xwe, xebat, serok û rêbaza Barzanî tê girtin û ev jî cîhê keyfxweşiyê ye ji bo me.’’

Herwaha got: ‘’Biryare 15.12.2023yê bangeşeya helbijartinê raweste, ji ber wê jî heta wê demê emê bi aramî bangeşeya xwe bikin. Di vê derê de PDK du erk li ser e, yekem erkê partiyê, ku hewla bidestxistina kursiyan dê bê dayîn, duyem jî Kurdistanî divê em teşfîq bikin biçin ser sandoqên dengdanê, ku bikarin piraniya kursiyên parêzgehê em bidest bixin û li gel yek îdareya sepandî biguherin, ev herdu peywirên giran PDKê daye ser milê me û ez pêşbînî dikim em bikaribin serkeftî bin.’’

Dr. Mihemed Xurşîd got: ‘’kar li ser wê yekê em dikin ku îdareya Kerkûkê bibe îdareyekî Kurdistanî. Ji ber baweriya me bi pêkvejiyan û mafên netewên din û yek qebûlkirinê heye. Em hewl didin pêkve bi aştiyane li gel wan bijîn. Îdareyekî wisa li vî bajarê divê destbikar bibe ku nûnertiya hemû aliyan bike û hemû alî xwe têde bibînin û kes neyê piştguh kirin.’’

 

Basnews

Top