• Monday, 16 February 2026
logo

Hilbijartinên serokatiya Misrê birêve diçin

Gulan Media December 10, 2023 Nûçe
Hilbijartinên serokatiya Misrê birêve diçin

 Hilbijartinên serokomariya Misirê roja yekşemê dest pê kir û dê sê rojan berdewam bike.

Hilbijêrên li Misirê dê di nava 3 rojan de her roj ji saet 09.00 heta 21.00 dengên xwe bidin.

Sky News Arabia ragihand ku 67 milyon dengder li Misrê mafê dengdanê di hilbijartinan de ji bo hilbijartina serok bo şeş salan hene.

Zêdetirî 20,000 dadwer û 14 ajansên sereke yên çavdêriya hilbijartinan çavdêriya hilbijartinan dikin, ku biryar e di meha Mijdarê de were ragihandin.

Ji bilî Ebdulfetah Sîsî 3 namzedên din Ferîd Zahan, Ebdul Senad Yamama û Hazim Omer jî kandîdên serokatiyê ne.

 

Basnews

Top