• Monday, 16 February 2026
logo

Erdogan rexne li Amerîka û NY dike

Gulan Media December 10, 2023 Nûçe
Erdogan rexne li Amerîka û NY dike

Dibêje bêyî Amerîkayê cîhanê xweştire.

Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê AKP Receb Teyyib Erdogan di gotareke xwe de yaku, duhê di civîneke partiya xwe de pêşkêş kir rexne li Amerîka û Netewên Yerkgirtî kir.

Erdogan diyar kir ku, Amerîka û civata ewlekariya NY di şerê dijî Hemasê de piştîvaniya Îsraîlê dikin û çavên xwe li ser komkujiyên li Xezeyê dadixin.

Erdogan diyar kiriye ku, civata ewlekariya NY bûye civata parastina Îsraîlê û Amerîka jî bi heman awayî di her warî de piştîvaniya Îsraîlê dike.

Erdogan gotiye em dikarin cîhaneke adil ava bikin lê bêyî Amerîkayê û Amerîka metirsiye bo ser aramiya cîhanê.

Top