• Monday, 16 February 2026
logo

5 leşkerên Îsraîlî hatin kuştin

Gulan Media December 10, 2023 Nûçe
5 leşkerên Îsraîlî hatin kuştin

Di şerê li Başûrê Xezeyê de hatine kuştin.

Îro yekşem artêşa Îsraîlê li ser hesabê xwe yê li X ( twittera berê) daxuyaniyek belav kir û têde qala kuştina 5 leşkerên xwe kir.

Artêşa Îsraîlê diyar kiriye ku, 4 leşkerên wan di şerê li Başûrê Xezeyê de hatine kuştin û leşkereke din jî ku, di dema êrîşên 7ê Cotmehê de birîndar bibû jiber giraniya birîna xwe canê xwe ji dest daye.

Weke tê zanîn zêdetir ji 2 mehane şerê navbera Îsraîl û Hemasê berdewame û ji her du aliyan gelek kuştî û birîndar hene.

Top