Vê carê jî li Colemêrgê erd hejiya
Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 3,1 pileyan erd hejiya.
Li herêma Kelêtanê ya Colemêrgê erdhejeke bi 3,1 pileyan çêbû.
Li gorî amarên Rasatxaneya Kandîliyê, erdhej li herêma Kelêtanê 5 kîlometreyan di binê erdê de çêbûye.
Hat ragihandin ku erdhej di demjimêr 10.07an de çêbûye.
Rudaw
