Balefirgeha Navnetewî ya Hewlêrê nehatiye bombebaran kirin
Rêveberiya Balefirgeha Navnetewî ya Hewlêrê ragehand, Balefirgeha Navnetewî ya Hewlêrê nehatiye bombebaran kirin û ew îdîa red kirin.
Rêveberê Balefirgeha Hewlêrê Ehmed Hoşyar ji K24ê re ragehand, ew dengên hatine bîhîstin ne li nav Balefirgeha Navnetewî ya Hewlêrê bûne.
Hêjayî gotinê ye vê êvariyê Dijeteror a Kurdistanê bi daxuyaniyekî ragehand, îro demjimêr 18:05ê dronekî bombebarkirî li bajarê Hewlêrê li avahiyekî sivîl daye û ti ziyanekî canî çênebûye.
Basnews
