• Monday, 16 February 2026
logo

Diyanet dê bi 8 zimanan xutbeyê bide: Kurdî dîsa nîne

Gulan Media December 9, 2023 Nûçe
Diyanet dê bi 8 zimanan xutbeyê bide: Kurdî dîsa nîne

Serokatiya Karên Diyanetê yê Tirkiyeyê ragihand ku ew dê bi 8 zimanan xutbeyê bide lê cih neda zimanê Kurdî.

Serokê Karên Diyanetê yê Tirkiyeyê Alî Erbaş li ser hesabê xwe yê Xê daxuyanî da.

Li gorî daxuyaniyê, bi hevkariya Ofîsa Veguherîna Dîjîtal a Serokkomariyê, dê xutbeyên serokatiyê yên Înê û cejnê bi 8 zimanan li ser sîstema e-dewletê cih bigire.

Di nav vêbijêrkên zimanan de Tirkî, Erebî, Almanî, Fransî, Îngilîzî, Spanî, Îtalî û Rûsî cih digirin.

Zimanê Kurdî di nava vebijêrkên zimanan de cih negirt.

 

Rudaw

Top