• Monday, 16 February 2026
logo

Şoxan Şiwanî: Em hewl didin parêzgarekî kurd ji bo Kerkûkê hilbijêrin

Gulan Media December 8, 2023 Nûçe
Şoxan Şiwanî: Em hewl didin parêzgarekî kurd ji bo Kerkûkê hilbijêrin

Namzeda Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ji bo hilbijartinên encumena parêzgeha Kerkûkê Şoxan Şiwanî dibêje PDK dixwaze zêdetir xizmetê bide Kerkûkê û got: ‘’Em hewl didin parêzgarekîKurd ji bo Kerkûkê hilbijêrin.

Namzeda Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ji bo hilbijartinên encumenên parêzgeha Kerkûkê, Şoxan Şûanî ji Kurdistan24ê re ragihand, me soz daye ku li gorî yasa û dengên ku emê di vê hilbijartinê de bi dest bixin, parêzgarê Kerkûkê yê hatiye ferzkirin biguherînin.

Namzedê PDKê got ku bi serkeftina lîsteya wan di vê hilbijartinê de dikarin demografiya niha ya Kerkûkê biguherînin û wekhevî û dadperweriyê li bajêr vegerînin û got: Emê hemû taxên Kerkûkê bê cudahî bikin ku xizmetguzariyê werbigirin.

Herwiha Şoxan Şiwanî di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Bernameyeke me heye ku em cudahiyê nexin navbera civak û neteweyan. Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) hertim tekezî li ser wê yekê kiriye ku divê em li bajêr hevdu qebûl bikin."

Şoxan Şiwanî got ku ev hilbijartin xwedî girîngiyeke taybet e û divê em kurd bi awayekî cidî xwe ji vê pêvajoyê re amade bikin û ji bo îsbatkirina ku kurd piraniya bajêr in û parêzgarekî kurd ji bo bajêr bê destnîşankirin, em ê bajarê xwe ava bikin. Kerkûk.

Siwanî dibêje: ‘’Me soz daye ku eger em di vê hilbijartinê de bi ser bikevin û piraniya dengan bi dest bixin, em ê madeya 140 aktîf bikin û li gorî yasa û destûrê kar bikin, ku ev yek bi serê xwe dê rê li ber xirabûna vî bajarî bigire.

Şoxan Şiwanî, soz dide; Wê weke pêşmergeyekê xizmeta gel û bajarê Kerkûkê bike.

 

 

Basnews

Top