• Monday, 16 February 2026
logo

Balyoza Avustiraliyayê xatir ji Serokwezîr xwest

Gulan Media December 7, 2023 Nûçe
Balyoza Avustiraliyayê xatir ji Serokwezîr xwest

Behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Avustiraliyayê hate kirin.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyoza Avustiraliyayê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya balyoza Avustiraliyayê yê li Îraqê birêz Paula Ganley kir ku, jiber bi dawî hatina pîwerdariya xwe serdana me kiribû.

Me spasiya balyozê Avustiraliyayê kir bo hewl û karên xwe yên bo pêşde birina têkiliyên du alî û hêviya serkeftinê jî di pîwerdariya nû de jê re xwest.

Balyoza Avustiraliyayê amadebûna welatê xwe bo bihêztir kirina têkiliyan li gel herêma Kurdistanê di warên hêlbirîn û bazirganî de diyar kir.

Di beşeke din ya civînê de me giftûgo derbarê dabîn kirina maf û şayîsteyên darayî yên herêma Kurdistanê kir û tekez li ser pêwîstiya şandina mûçeya mûçexwerên herêmê kir daku, ji vê zêdetir stem li wan neyê kirin û mafên wan neyên binpêkirin.

 

Top