• Monday, 16 February 2026
logo

Çeka herî bihêz ya Hemasê hat jinav birin

Gulan Media December 7, 2023 Nûçe
Çeka herî bihêz ya Hemasê hat jinav birin

Tonelên Hemasê bi avê tên ji nav birin.

Îro pêncşem artêşa Îsraîlê bi fermî ragihand ku, plana xwe ya bo jinav birina tonelên bin erdê yên Hemasê cîhbicîh kiriye.

Di dêmenên ku, ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatine weşandin tê xuyakirin ku, artêşa Îsraîlê ji duhê bişev ve dest bi tîje kirina tonelên hemasê bi avê kiriye û dixwaze bi vê awayî tevahiya tonelên hemasê ku, weke çeke herî bihêz ya hemasê dihatin nasîn ji nav bibe.

Ji aliyeke din ve artêşa Îsraîlê eşkere kiriye ku, di nava şerê du mehên derbasbûyî de nîveya zêdetir ji Fermandar û berpirsên hemasê hatine kuştin.

Top