• Monday, 16 February 2026
logo

Erdogan li hember Yûnanê jî serî tewand

Gulan Media December 7, 2023 Nûçe
Erdogan li hember Yûnanê jî serî tewand

Îro diçe Yûnanê û li gel rayedarên vê welatî dicive.

Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdoganê ku, heta beriya sê mehan bi berdewamî gef li Yûnanê dikir, li hemher Yûnanê serî tewand û gefên xwe paşve gerand.

Erdogan ku, biryare îro biçe Yûnanê duhê babetek bo rojnameyeke Yûnanî nivîsandiye û gotiye Tirkiye ti carî bi çavê dijmin li Yûnanê nemêzandiye û namêzîne, Tirkiye û Yûnanê dikarin tevahiya kêşeyên xwe bi diyalogê çareser bikin.

Erdogan di beşeke din ji babeta xwe de qala vê yekê kiriye ku, ti carî gef li Yûnanê nekiriye û gefa wî ya li hember Serokê Yûnanê ku, gotibû şevek ji nîşkave diçin Yûnanê, beruvajî hatiye bikaranîn û ev gef ne bo Yûnanê belku, bo terorîstan bûye.

Ji aliyê xwe ve opozîsyona Tirkiyeyê jî rexne li Erdogan û siyaseta Erdogan dikin û dibêje Erdogan bi vê siyaseta xwe ti îtîbarek ji Tirkiyeyê re nehêştiye û siyaseta derve bo vegerandina gotinan û pişman bûnê nayê meşandin.

Top