Mela Bextiyar: Ez YNKyî me û ti kesî weke serokê xwe nizanim
Mela Bextiyar di hevdîtineke televîzyonê de aşkere kir ew hîn YNKyî ye û ti kesekî weke serokê xwe nizane. Herwiha Bextiyar digot, ev siyaseta niha ya YNKê namo ye û siberoja wê zelal niye. Bextiyar dupat jî kir Cîgirê Serokê Hikûmet jî li Enqerê girebesta petrole ditiye û piştre vajo kiriye.
Serkirdeyê Dêrîn ê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Mela Bextiyar got: ‘’Pasewanên min û kadroyên li ber destên min mezin bûn di kongreyê de derketin. Ew hatin hilbijartin çawa ez neyêm hilbijartin. Beriya kongreyê Bafil Talebanî, Dilêr Seyîd Mecîd û Ferîd Esed hatin cem min û gotin, “Hûn soz didin me ku di kongreyê de xwe kandîd nakin. Min got erê, ez dizanim çi dikim û ew ê bi ser nekeve, min Desteya Bilind a YNKê qebûl kir ku kes nebe serokê me.
Mela Bextiyar derbarê YNKyî bûna xwe de got: “Belê, ez endamê YNKê me, ez dîrok, serbilindî û gorên şehîdên YNKê radestî vê serkirdayetiyê nakim.
Herwiha Melat got: "YNK berpirsê girêbesta petrolê ye ku li Enqerê hatiye îmzekirin, ji ber ku cîgirê serokwezîr girêdayî YNKê ye. Îmad Ehmed cîgirê serokwezîr bû û çend caran got haya me jê heye, Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr bû û got haya min jê heye.
Li ser siyaseta YNKê jî Mela Bextiyar tekez kir: ‘’Ev rêbaza siyasî ya partiyê piştî kongreya pêncemîn a YNKê, xerîbê dîroka YNKê ye, ez bawer nakim paşerojeke xweş ji bo YNKê hebe.’’
Basnews
